Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Çaldiranê canê xwe ji dest da

Êvara roja Semî 26ê Rezberê, kolberekî Kurd yê bi navê “Emîn Şems” bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê Çaldiranê hate kuştin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê kurd û çend kolberên din kirine.

Ew kolberê Kurd xêzandar e û bavê zarokekê ye.