Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî a hikûmeta Îranê li ser tixubê bajarê Çaldiranê canê xwe ji dest da

12:08 - 6 Çirriya paşîn 2020

Roja Pêncşemî 15ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Hesen Delalî mîlan” temen 38 salî xelkê gundê “Qaşqabilax” ê bajarê Çaldiranê bi teqeya hêzên leşkerî a hikûmeta Îranê li ser sînorê wî bajarî canê xwe ji dest de.

Ew kolberê Kurd digel hejmarek din ji kolberan bê agehdarkirina berê  ji aliyê hêzên leşkerî rastî teqeyê hatin.

Termê wî kolberê Kurd bo bajarê Çaldiranê hate veguhastin.

 “Hesen Delalî Mîlan” xwedî malbat û bavê sê zaroka yê.