Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da

17:56 - 1 Tebax 2020

Roja Înê 10`ê Gelawêj, kolberekî Kurd yê bi navê “Riza Pûrîsmaîl” xelkê gundê “Xizirlû” a ser bi bexşa navendî a bajarê Çaldiranê, di encama teqeyên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd digel hejmarek ji kolberên din li ser sînorê “Emû Xanzad” a ser bi bajarê Çaldiranê rastî gullereşandinê hatine.

Her di vê derheqê de roja Pêncşemî 9`ê Gelawêj, kolberekî Kurd yê bi navê “Wezîr Mihemedî” kurê “Ehmed” xelkê gundê “Heşmer” a ser bi Selas a Bawecanî, di encama teqeyên hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê canê xwe ji dest da.