Kolberekî Kurd bi teqa hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

17:38 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Pêncşemî 9`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Wezîr Mihemedî” kurê “Ehmed” xelkê gundê “Heşmer” a ser bi bajarê Selas a Bawecanî, li encama teqeyên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê Newsûdê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî bi bê agahdar kirina berê ew kolbere kirine armanca gulleyên xwe.

Ew kolberê Kurd bê vê ku tiştên qaçax pê re hebin, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve hatiye kuştin.