Kolberekî Kurd bi sedeme destengiyê li çareseriyên pizîşkî bê par ma

21:28 - 22 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê “Nodşe” bi sedema destengiyê ji tedaviyên pizîşkî bê par maye.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, kolberê Kurd yê bi navê “Ehmed Razî” temen 47 salî û xelkê bajarê “Nodşe”, bi sedema hejarî û destengiyê, şiyana dana pere bo tedaviyên pizîşkî nîne.

wî kolberê Kurd di Reşemeha 1397`an de, di dema kolberîkirinê de, li gevriya çiyayê “Te Te” a bajarê Hewremanê, rastî sirr û seqma zivistanê hatibû û di heyama 4 demjimêran di bin befrê de mabû.

Di wê bûyerê de, destên wî kolberê Kurd bi sedema sir û seqemê,rastî sêrlidanê dibin û navbirî bi wê sedemê, şiyana dana pere bo tedaviyên pizîşkî bo destên xwe nîne.

Li gorî gotina wî kolberê Kurd, navbirî 5 rojan di nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê de hatibû razandin û piştî 5 rojan pêragihîştinên pizîşkî, navbirî bi sedema destengiyê, şiyana nedana pere bo berdewambûna tedaviyên pizîşkî li ser daxwaza xwe mirexes dibe.

Heya niha saziyên girêdayî hikûmetê, tu çalakiyek derheq dabînkirina daxwazkariyên wî kolberê Kurd encam nedan e.