Kolberekî Kurd bi sedema teqîna mîn li ser sînorê bajarê Newûdê birîndar bû

18:20 - 6 Gulan 2021

Roja Pênşemî 16`ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Nadir Sabirî”, yê kurê “Biraxas” ê xelkê gundê “Tîleko”, runiştiyê bajarê “Kamiyaran”ê, li ser sînorê bajarê “Newsûd”ê bi sedema teqîna mîn birîndar bû.

Ew kolbere di dema kolberiyê de piyeke wî ketibû ser mînê û ji aliyê pişta piyê wî ve bi dijvar birîndar bûye.

“Nadir Sabirî” bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî, hatiye veguhastin.

Li vê derheqê de, roja Çarşemî 15`ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mesûd Mihemedî”,  xelkê gundê “Nenor”ê  ser bi bajarê “Bane” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, hatibû birîndarkirin.