Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Baneyê hat kuştin

18:44 - 7 Tebax 2022

Roja Yekşemî 16`ê Gelawêjê, Kolberekî Kurd ê bi navê “Hejar Ferecî” temen 29 salî û kurê Enver, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Sardab” a girêdayî bajarê Baneyê hat kuştin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirin û navbirî di dema veguhastin bo nexweşxaneyê bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da.

Termê wî kolberê Kurd bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Baneyê hat veguhastin û heta niha termê wî radestî malbatê nehatiye kirin.

Ew kolber soba ye û xelkê gundê “Zirbine” û rûniştiyê gundê “Şêx El-Selam” a girêdayî bajarê Banê ye.

Li gor nûçeyên gihîştin bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, piştî kuştina kolberan bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorên bajarên Kurdistanê, navendên ewlehî kanal û medyayên nûçeyî yên navxweyî Îranê neçar dikin ku ji belavkirina nûçeya kuştin a wan kolberan xwe biparêzin û ji hegera neparastinê dê digel wan reftar bikin.