Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin

16:25 - 30 Çirriya paşîn 2021

Êvareya roja Yekşemî 7`ê Sermawezê, kolberekî Kurd ê bi navê “Seyîd Îzedîn Bayzîdî” kurê seyîd Husên, xelkê gundê “Bawule” ê girêdayê bajarê Pîranşehrê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê li ser sînorê bajarê Pîranşehrê teqeya rasterast li navbirî kirine.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 4`ê Sermawezê, du kolberên Kurd ên bi navên “Mîlad Ehmedî”, xelkê Selasa Bawecanî û “Îhsan Hebîbî” xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê, hatine birîndarkirin.