Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

18:08 - 3 Çirriya pêşîn 2022

Roja Yekşemî 10´ê Rezberê, kolberekî Kurd yê bi navê “Saman Zari´î” kurê Celal û xelkê bajarê Banê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” a girêdayî bajarê Banê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê ew kolberê Kurd dane ber teqeya rasterast û hêj termê navbirî radestê malbata wî nehatiye kirin.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 30´ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Kerîm Asmanî” temen 47 salî kurê Şerîf û xelkê gundê “Necnê ya serê ya girêdayî bajarê Banê canê xwe ji dest da.