Kolberekî Kurd bi sedema nedana ambolansê canê xwe ji dest da

21:46 - 13 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî sê rojan birîndarbûn, û dest û pence nermkirina digel êş û azarê, kolberê birîndar ê navçeya Bêtûşa Serdeştê can da.

Li gora rapora Ajansa Nûçegihaniay Kurdpa, kolberekî Kurd bi navê Resûl Derwîşanî naskirî bi Celal di navçeya Bêtûşa Serdeştê ku du rojan pêştir ji aliyê hêzên çekdar ên hikûmeta Îranê ve hatibû birîndarkirin, roja Yekşemiyê 23’ê Cozerdanê canê xwe ji dest da.

Ew kasibkarê Kurd, bi sedema kûrbûna birîna xwe li bajarê Serdeştê, bo çareseriya pizişkî bo yek ji nexweşxanên Mehabadê hate şandin, lê berî gihîştina bi nexweşxanê cane xwe ji dest da.

Ew kasibkarê Kurd, bi sedema kûrbûna birîna xwe li bajarê Serdeştê, bo çareseriya pizişkî bo yek ji nexweşxanên Mehabadê hate şandin, lê berî gihîştina bi nexweşxanê cane xwe ji dest da.

Nexweşxaneya Serdeştê ji dana ambolansê bo veguhastina vî hevwelatiyê Kurd xemsarî kiribû, û nedabûnê”.

Nûçegihaniay Kurdpa li bajarê Serdeştê de, bi Ajansa Kurdpa ragehand: “Nexweşxaneya Mehabadê, bo anîna termê Celal heya ji dana ambolansê xwe parastibûn, û tu alîkariyek pê re nekiribûn, û bo anîna termê Celal ji tirombêla 3F mifah wergirtibûn”.

Celal roja Înê 21’ê Cozerdanê, li navçeya sînorê Serdeştê dikeve boseya hêzên çekdar ên Îranê, û di encama gulleberdana rasterast ya hêzên hikûmetî de, bi tundî birîndar dibe, û piştre canê xwe ji dest dide.

Ji aliyekî din ve, roja Pêncşemiya hefteya borî kolberekî din ê Kurd, bi navê Necmedîn Qdirpûr, temen 24 salî li herêma sînorê bajarê Pîranşarê de, kete boseya (kemîna) hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê de û hate kuştin.