Kolberekî Kurd bi sedema berbûna ji bilindahiyê canê xwe ji dest da

20:33 - 9 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Serdeştê, bi sedema berbûna ji bilindahiyê, canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Pêncşemî 17`ê Xezelwerê (8`ê Çiriya Paşîn) kolberê Kurd yê bi navê Yûnis Îbrahîm, kurê Elî û xelkê gundê “Zîve” a girêdayî bajarê Serdeştê, bi sedema berbûna ji bilindahiyê canê, xwe ji dest da.

Ev kolberê Kurd, di bilindahiyên li ser sînorê bajarê Serdeştê, tûşî bûyerê dibe û demldest cane xwe ji dest dide.

Nûçegihanê Ajansa “Kurdpa”yê, di bajarê Serdeştê de wiha ragehandiye: Ew kolberê Kurd bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên keşkerî yên hikûmeta Îranê, ji bilindahiyê berbûye.

Ew kolberê xort, bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe bo karê kolberiyê çûbo deverên sînorî yên bajarê Serdeştê.

Her di vê derheqê de, sibezûya roja Pêncşemî 17`ê Xezelwerê (8`ê Çiriya Paşîn), kolberê Kurd yê bi navê “Selah Êsfendvend” temen 28 salî, û xelkê gundê Mehabadê, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmera Îranê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarî dana pêştir ji wî kasibkarî Kurd re, ew dane ber gulleyan û bi sebeba kûrahiya birînan jî, demldest canê xwe ji dest dide.