Kolberekî Kurd bi sedema berbûn ji bilindahiyî birînadr bû

12:53 - 31 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê \"Selimas\" ê, bi sedema berbûn ji bilindahiyî, bi tundî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gehiştiye bi Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa”yê, roja Sêşemî 9`ê Beframbarê, Kolberê kurd yê bi navê \" Saman Reşîdî\" Temen 28 Salî û kurê \"Mihemed\" xelkê devera \" Kosar\" a girêdayî bajarê Selmasê, bi sedema berbûn ji bilindahiyên Çiyayê \"Hirawîl\" a bajarê Selmasê bi awayekî tund birîndar bûye.

Di wê bûyerê de, ew kolberê Kurd, ji pê û pişta xwe de birîndar bûye, û bo çareseriyên pîzişkî ji bo navendên dermanî yên bajarê Selmasê veguhastine.

Herwisa roja Duşemî 8`ê Rêbendanê , “Saman Salihî” temen 24 salî û xelkê kolana “Qewex” a bajarê Seqizê, û “Mihemed Kerîmî” xelkê gundê “ Şiwê” a girêdayî bajarê Bane, di bilindahiyên çiyayên derdora gundê “Birwêşikan” a girêdayî devera “Nenor”ê, bi sedema sirr û seqemê canê xwe jidest danbûn.