Kolberekî kurd bi sedem dijwariyên birîna xwe canê xwe ji dest da

11:34 - 2 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd, xelkê bajarê “Serdeşt”ê, piştî yek meh di nexwşxaneya bajarê Urmiyê de, bi hegera dijwariya birîna  xwe, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihîştiye bi Ajansa “Kurdpa”yê, roja Înê, 10`ê Xezelwerê, Kolberekî Kurd yê bi navê, “Peyman Yûsifî”, xelkê gundê “Derman Ava” ya girêdayî bajarê “Serdeşt”ê, di yekek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de, canê xwe ji destda.

Ew Kolberê Kurd di roja Înê, 12`ê Rezberê, di cihek, bi navê “Pilkan” de, bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bibû, ku ji aliyê xelkên gundê “Bêtoş”ê ve bo nexweşxana bajarê Serdeştê hatibû veguhastin, û bi sedem kûrî û dijwariya birîna wî, bo nexweşxana bajarê Urmiyê, hatibû veguhastinê.