Kolberekî Kurd bi sebeba teqîna mînê birîndar bû

13:34 - 19 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê devera Şaho a girêdayî bajarê Rewanserê, bi sebeba teqîna mînê, li ser sînorê Nûsûdê bi dijwarî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 28`ê Beframbarê (18`ê Kanûna Paşîn), kolberê Kurd yê bi navê “Hedîd Babaxanî” temen 19 salî û kurê “Burhan” û xelkê gundê “Qişlaq” a girêdayî devera Şaho, bi sebeba teqîna mînê, li ser sînorê Nûsûdê, bi dijwarî birîndar bûye.

Çavkaniyeke agehidar di vê derheqê de ji “Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa”yê re ragehandiye ku: Ew kolberê Kurd ji tirsa hebûna bosya hêzên nizamî yên hikûmetê yên li ser sînorê Nûsûdê rastî mînan hatibû, û di encamê de jî ji ber teqîna mînê bi dijwarî birîndar bûye.

Herwisa wê çavkaniyê ev yeka jî daye zanîn ku: Ew kolberê Kurd bo çareseriyên pîzişkî bo navendên dermanî yên bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin, û niha di bin çavdêriyên pîzişkî de ye.

Kirîza aborî di parêzgehên Îranê yên ku Kurd lê akincîne, bitaybet yên di deverên sînorî de, hevwelatiyên Kurd neçardike da ku bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe rûl li karê metirsîdar wekî kolberiyê bikin, û her wir de jî bilî vê ku rastî gullereşandinên rasterast yên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îslamî a Îranê dibin, sirr û seqem û mînên çandî yên li ser sînoran yên ji aliyê hikûmetê we jî, gefin bo ser can û jiyana wan.

Parêzgehên wekî Urmriye, Sine, Îlam, Kirmaşan û Xozistan, deverên herî aloz bi mînên çandî tên hesabkirin, û zêdeyî 16 milyon mînên çandî di van deveran de hene lê, heya niha tu biryareke micid bo paqijkirina van deveran ji mînên çandî nehatiye dan.