Kolberekî Kurd bi sebeba kûrbûna birînan canê xwe ji dest da

14:21 - 4 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Selasa Babacanî, bi sedema kûrhiya birînên ku ji ber gullereşandina rasterast ya hêzên hikûmeta Îranê çê bibûn, canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 12`ê Xezelwerê (3`ê Çiriya Paşîn) kolberê Kurd yê bi navê “Hoşyar Nemamî” xelkê gundê “Ziyaret Temerxan” a girêdayî bajarê Selasa Babacanî ku, bi sebeba gullereşandina rastersat ya hêzên hikûmeta Îranê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd li ser sînorê “Şêx Sile” a ser bi bajarê Selasa Babacanî bibû armanca gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê.

“Hoşyar Nemamî”, bi sebeba kûrhiya birînan, ew bo navenda dermanî veguhastibûn, û ji ber kûrhiya birînan jî canê xwe ji dest daye.

Her di vê pêwendiyê de, kolbereke din yê Kurd yê bi navê “Bromend Behramî” xelkê gundê “Ziyaret Temerxan”ê demldest canê xwe ji dest dabû, û kolberekî din yê bi navê “Erkan Behramî” jî bi dijwarî birîndar bûye.