Kolberekî Kurd bi gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da

20:20 - 8 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Mehabadê, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, spêdeya Îro Pêncşemî 17`ê Xezelwerê (8`ê Çiriya Paşîn), kolberê Kurd yê bi navê “Selah Êsfendwend”, xelkê bajarê Mehabadê, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê canê xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê hişdarîdana pêştir ji wî kasbkarê Kurd re, ew dane ber gulleyan, û wî bi sebeba berketina gulleyan demildest canê xwe ji dest da.

\"\"Vê çavkaniyê ev yeka jî zêde kiriye ku: Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi tawana veguhastina tiştên qaçax ev kasibkarê Kurd kirine armanca gulleyên xwe.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Şemiyê 12`ê Xezelwerê, hêzên leşkerî yên hikûmetê, komek ji kolberên Kurd yên li ser sînorê “Şêx salih” dabûne ber gulleyan, du kolberên Kurd yên bi navên “Biromend Behramî û Hoşyar Nemamî” xelkê gundê “Ziyaret Temerxan” a girêdayî bajarê Selasa Babacanî canê xwe ji dest dabûn, û kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Erkan Behramî” jî bi dijwarî birîndar bibû.

Navendên hikûmetî, digel kolber û kasibkaran di Kurdistanê de, wekî qaçaxçî serederiyê dikin, eva di demekê de ye ku, hevwelatiyên Kurd di Kurdistana Rojhilat de, bi sedema nebûna derfetên kar û serbarê rewşa tund ya emniyetî û leşkerî, bi neçarî rû li karê metirsîdar yê kolberiyê dikin, û her di vê derheqê de jî, gellek caran kolber canê xwe ji dest didin.