Kolberekî Kurd bi awayê demkî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate berdan

13:07 - 28 Hezîran 2020

Roja Şemî, 27ê Hezîranê, Kolberekî kurd bi navê “Erselan Natoş”, xelkê gundê “Zengilan” a devera “Tirgewer” a girêdayê bajarê Urmiyê, bi danîna barmiteya 400 milyon tumenî, bi awayê demkî ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate berdan.

Êwara roja Dûşemî, 22ê Hezîranê, ew kolberê Kurd di devera “Cêrmê” ya “Tirgewer”, ji aliyê hêzên leşkerê yên hikûmeta Îranê ve hatibû birîndarkirnê û piştre hatibû binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû weguhastin.

Ew Kolberê Kurd di encama gulle reşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de, pêyekî wî birîndar bibû ku di “Nexweşxana”nava girtîgeha bajarê Urmiyê de hatibû razandin.

Erselan Natoş bi tohmeta derbasbûn li sînor, bi awayê neyasayî hatiye tawanbarkirin û binçavkirin.