Kolberekî din yê Kurd li ser sînorê bajarê Urmiyê birîndar bû

19:54 - 3 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî din yê Kurd yê devera Sîlwana girêdayî bajarê Urmiyê, bi sedema gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê birîndar bû û ev bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê veguhastine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 8`ê Rezberê kolberê Kurd yê bi navê “Şefî`i Mihemedpûr” xelkê gundê Sîlwana ya girêdayî bajarê Urmiyê li ser sînorê vî bajarî birîndar bû.

Ev kolberê Kurd, bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî bi dijwarî birîndar bibû, û bo çareseriyên pîzişikî ev bo navendeke tendirustiyê ya bajarê Urmiyê veguhastine, û niha di bin çavdêriyên pîzişkî de ye.

Roja Duşemî 8`ê Rezberê, kolberekî din yên Kurd yê bi navê “Îkram Xelîlî” temen 27 salî, û xelkê gundê “Koran” a girêdayî devera Soma-Biradost a bajarê Urmiyê bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetî yên li ser sînorê devera Soma-Biradost a bajarê Urmiyê, bi bê agehdarkirina pêştir, gulle li wî kolberê Kurd reşandin.