Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

20:17 - 28 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, hate birîndar kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 6`ê Sermawezê, kolberê Kurd yê bi navê “Mehdî Emînî” û kurê “Mecîd” û xelkê gundê “Nenûr” a girêdayî bajarê Bane, di encama gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de birîndar bû.

Gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê ji piyî wî kolberî Kurd ketine, û ev bo çareseriyên pîzişkî bo navendên tendrûstiyê yên bajarê Bane veguhastine.

Her di vê pêwendiyê de jî, çend rojan berî niha, girûpek ji kolberên Kurd di bilindahiyên Dalanper a ser bi herêma Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, rastî gullereşandina leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibûn, û di encamê de jî kolber Kurd yê bi navê “Mameş Elîzade”, Xelkê devera Tirgewer, bi dijwarî birîndar bû.

Ev kolberê Kurd bi sebeba gullereşandina hêzên hikûmetê, birînda bibû, û ev bo çareseriyên pîzişkî bo navendên Tendrûstiyê yên bajarê Urmiyê veguhastine.