Kolberekî din yê Kurd birîndar bû

20:44 - 16 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî din yê Kurd bû armanca gulleyên rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, êvariya roja Sêşemî 25`ê Banemerê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, di gevriya “Te Te” a girêdayî devera Hewraman de, hejmarek ji kolberên Kurd dane ber gulleyan, û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Mistefa Hacî” bi dijwarî birîndar bû.

Li gora gotina çavkaniyeke haydar, hêzên Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, di gundê “Hane Germele” a girêdayî devera Hewramanê de jî, kolberên Kurd kirin armanca gulleyên xwe.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku: “Mistefa Hacî” bi sedema kurbûna birînan ji bo Navendî Hewarhatinê ya bajarê Sine hatiye şandin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama du rojên derbazbûyî de, du kolberên din yên Kurd yên bi navên “Yadgar Keremiyan”, temen 30 salî kurê “Ebdullah”, û xelkê gundê “Bayîndere” a bajarê Bane, û “Rehman Resûlîazer” kurê “Xalid” xelkê gundê “Golleî” a bajarê Pîranşarê di du bûyerên cuda de, bi sebeba teqîna mînê bi dijwarî birîndar bûne.

Kirîza aborî di parêzgehên Kurdistana Îranê de, bi taybet di deverên sînorî de, hevwelatiyên Kurd neçar dike da ku ji bo berhevkirina bijêva jiyana xwe, rû li vê pîşeya metirsîdar a kolberiyê bikin, û tevî golleberdana hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, sirr û seqem, teqîna mînan jî berbirû bin, ku di piraniya caran de canê kolberên Kurd jê destîne.