Kolberekî din yê Kurd bi teqeya hêzên Hikûmeta Îranê hate kuştin

21:38 - 7 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Kolberekî din yê Kurd xelkê yek ji gundên bajarê Merîwanê, bi teqeya rasterast a hêzên Hikûmeta Îslamî a Îranê hate kuştin.

Li gor raporên ku gihane Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Yekşemiyê 6’ê Adara 2016’an, kolberekî Kurd bi navê “Madîh Pertewî” temen 22 salî, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Îranê, dikeve ber gullereşandina wan û di ençamê de jî jiyana xwe ji dest dide.
Ev kolberê Kurd xelkê gundê “Kanî mîran”ê ye, û jin û zarokên wî hene.

Li gor gotina şahîdan, Madîh dema ku gazûyîl vala dikir, ji aliyê serheng Hucetullah Perwîzî ve teqe lê tê kirin.

Ew hemwelatiyê Kurd ran û singê wî, çend gulle lê dikevin.
Her di vê derbarê de, di 3’ê Adarê de, kolberekî din yê Kurd di herêma sînorî a bajarê Serdeştê de, “Soran Ehmedî” kurê “Ebdullah” bi teqeya rasterast a hêzên Hikûmeta Îranê bi tundî birîndar dibe, û her bo çareseiya birînan jî navbirî ji bo nexweşxaneya bajarê Qeladizê a Herêma Kurdistanê vediguhêzin.

Li gor amarên tomarkirî yên navenda Ajansa Kurdpa, di destpêka îsal de, heyanî niha, 25 kolberên Kurd ji aliyê hêzên Hikûmeta Îranê ve bûne armanca gullereşandina wan, û bi giştî 13 kes ji wan hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.