Kolberekî din kete ber teqeya hêzên Întizamî û birîndar bû

21:33 - 7 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Di encama teqeya hêzên Întizamî li kasbikar û kolberên kurd di bajarê Serdeştê de kolbereke din kete ber teqeya hêzên hikûmetê.

Li gor nûçeya giheştiye nûçegihaniya Kurdpayê, Êvariya şeva derbazbûyî, 15’ê Reşemehê, li pişt gundê Bêtuş ya ser bi bajarê Serdeştê kolberekî kurd birîndar bû.

Nasnameya wî kolberê Kurd, Behmen Tofîqî kurê Kemal ji aliyê nûçegihanê Kurdpayê ve hatiye ragihandin.

Li gor gotina vê çavkaniyê, ev kolberê Kurd ji aliyê hêzên Întizamî ve teqe lê hatiye kirin, û mermî li zikê navbirî ketiye, û birîndar bûye.

Vê çavkaniyê eşkere kiriye ku, ew hemwelatiyê Kurd niha di nexweşxaneya bajarê Serdeştê de neştergerî jê re hatiye kirin û ji aliyê tendurustî ve baş e.

Li gor amara ku ji navenda Ajansa Kurdpayê ve hatiye tomarkirin di heyama 16 rojên derbazbûyî de 8 kolber bi sebeba teqeya hêzên hikûmetê ve hatine kuştin û birîndar bûne.