Kolberekî din ê Kurd jiyana xwe ji dest da

20:08 - 2 Şibat 2017
Ajanasa Kurdpa: Kolbrekî din ê Kurd bi sebeba herifîna reniyê jiyana xwe ji dest da, û yek jî ji mirinê hate rizgarkirin.

Li gor nûçeya ku gihîştiye nûçegihaniya Ajansa Kurdpayê, roja Sêşemiyê 12’ê Rêbendanê, li ser sînorên navbera Urmiye û welatê Tirkiyê, du kolberên Kurd bi sebeba ketina befra zêde, û hatina reniyê, ketin bin befrê de, ku yekê ji wan jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê Kurdpayê, di bajarê Urmiyê de ragihandiye, ji ber sermaya zêde, xelk di dema peydakirina termê wî kolberî, tûşî pirsgirêkan bûne, û heyanî niha termê wî kolberê Kurd nehatiye dîtin.

Nasnameya wî kolberê ku jiyana xwe ji dest daye wihaye: \"Rizgar Sakanîfer\" xelkê gundê Pêsan a navçeya Tirgewer a Urmiyê .

Her di wê rûdawê de, kolberekî din bi navê \"Serkar Ehmedî\" kurê \"Selîm\" xelkê gundê Kûran a ser bi navçeya Soma-Biradost, ku rastî reniyê hatibû ji mirênê rizgar dibe.

Ew kolberene di gundê Kûran a navçeya Soma-Biradost a bajarê Urmiyê nêzîkî sînorê Tirkiyê, rastî rûdawa xwezayî ya renîyê hatine.

Her di heyama vê heftiyê de, di bajarê Serdeşt û Pîranşerê bi sebeba hatina reniyê û sermayê 5 kolberan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amara ku hatiye tomarkirin di navenda Ajansa nûçegîhaniya Kurdpayê de, di sala 2016’an de, kolberên jiyana xwe ji dest dane, 51 kes in, û 71 kes jî ji mirinê rizgar bûne.