Kolberekî din ê Kurd bi destê hêzên Eskerî ên Îranê hat birîndar kirin

12:41 - 8 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên Întzamî ên Komara Îslamî a Îranê li nêzîk gundê “Serşîw”a Serdeştê teqe ji komek ji kasibkarên Kurd kirin û li encam de koberek Kurd bi xurtî hat birîndar kirin.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa,ê roja Yekşem berwar 17’ê Befranbar kolberek Kurd ê bi navê “Simko Ehmedî” ê temen 18 salî û xelkê herêmê Serdeştê li encama destrêja hêzên nîzamî ên Komara Îslamî a Îranê hat birîndar kirin.

Çavkaniyek haydar ji boyerê bi nûçegihanê Kurdpa,ê ragend Kolberê birîndar kirî paşê jibo çareserîyê jibo nexweşxaneya bajarê Qela Dizê a Kurdistana Îraqê hat şandin.

Berê jî li berewar 1’ê Befranbarê de wilatîyek Kurd ê bi navê “Dilşad Pirozî” kurê Elî û xelkê “Qanqa Berdan” a bajarê Serdeştê li çaxê vegerîyan li Kurdistana Îraqê bi destê hêzên Komara Îslamî a Îranê hatibû kuştin.