Kolbereke Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin

Êvara roja Çarşemî 5ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Riza Yûsifî” xelkê gundê “Kurere Nisar” yê ser bi bajarê Kamiyaranê bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Newsodê hate birîndarkirin.

Ew kolber li ser sînor bi bê agehdarkirina berê rastî teqeya hêzên leşkerî hat.

Riza Yûsifî bi sedema teqeya hêzên leşkerî destê wî hate birîndarkirin û bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hate veguhastin.

Di vê derheqê de, roja Sêşemî 4ê Sermawezê, kolberek Kurd yê bi navê “Daryûş Weledbeygî” temen 31 salî xelkê gundê “Nûriyab” û rûniştiyê bajarê “Pawê” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmê li ser sînorê Newsodê hate birîndarkirin.