Kolberek Makûyê bi teqeya hêzên Arteşa Tirkiyê hate birîndarkirin

17:25 - 7 Hezîran 2021

Roja Şemî 15`ê Cozerdanê, kolberekî Kurd ê bi navê “Yûsif Fercamî”, temen 18 salî, kurê Îbrahîm û xelkê gundê “Dêm Qişlax” ê ser bi bajarê Makûyê, li encama teqeya rasterast a hêzên Arteşa Tirkiyê bi dijwarî birîndar bûye.

Hêzên Arteşa Tirkiyê bi bê agehdarkirina berê ew kolberê Kurd dabûne ber gulleyan.

Yûsif Fercamî, bi sedema teqeya hêzên Tirkiyê, sermil û pêyê wî bi dijwarî birîndar bûye.

Ew kolberê Kurd, niha li nexweşxaneya bajarê Makûyê, di bin çavedêriya taybet a pizîşkî de ye.