KOLBEREK LI SERDEŞTÊ HATE KUŞTIN

16:44 - 11 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Roja Duşembê 11’ê Tebaxê welatiyek Serdeştê bi destên Hêzên Ewlehiye Komara Islamî li Serdeştê hate kuştin.

Pêka Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, Kolberek Kurd bi navê Mela Hatemî kurê Ehmed Emer Paşa temen 25 Salî xelkê gundê “Qelereşê”a Serdeştê û xwediyê Jin û Zarokan bi teqeya rsterasta Hêzên Ewlehiya Komara Islamiyqa Îranê Jıyana xwe ji dest da.

Çavkaniyek haydar ji Nûçegihanê Kurdpa re gotiye ev Kolbere mijûlî xebat li ser Sînorê ji bo bi rêvebirina malbata xwe bûye û li derdorên gundê Qelereşe li Şûnekî bi navê “Mêrge Dirêjey Bajar” ketiye ber destrêja teqeya Hêzên han û Jiyana xwe di encama teqeyê de ji dest daye.

Pêka amara tomarkirî li Nvenda Amara Kurdpa, li Deh rojên dawiya Heyva Tebaxê de heya niha li herêmên Kurd akinciye Îranê bi sedema teqeya rsterast a Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê ve 3 kesan Jıyana xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.