Kolberek li ser sînorê Çaldiranê hate birîndarkirin

13:38 - 14 Gulan 2021

Roja Çarşemî 22 yê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Hesen Elemhûlî” xelkê bajarê “Çaldiran”ê bi sedema teqeya hêzên Artêşa Tirkiyê, hate birîndarkirin.

Hêzên Artêşa Tirkiyê li bilindahiya sînorê gundê “Wekîl”  ser bi bajarê “Çaldiran”ê, teqeya raste rast li wî kolberî û hejmareke din ji kolberan kiribûn.

“Hesen Elemhûlî” bo çareseriya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê “Makû” yê hatiye veguhastin.