Kolberek kurd li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin

11:07 - 11 Çirriya pêşîn 2020

Roja În 18ê Rezberê, kolberekî kurd yê bi navê “Kemal Mîrzayî”, xelkê bajarê Selas a Bavecanî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî  li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.

Ew kolberê kurd bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve hate birîndarkirin.

“Kemal Mîrzayî”, bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.

Di heyam rojên derbasbûyî de, kolberekî din yê bi navê “Esed Nodşeyî” bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li sînorê “Tete” a devera Hewrananê birîndar bû.

Ew kolbere piştî wê bûyerê bo navenda dermanî hate veguhastin û piştê çareseriya pizîşkî ji nexwşxanê ve hate mirexeskirin.