Kolberek Kurd li herêma Serdeştê bi teqeya hêzên Nizamî yên Îranê hat birîndar kiri

15:53 - 25 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên nizamî yên delwta Îranê Kolberek din yê Kurd li herêma Alan a Serdeştê birîndar kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja çarşem berwar 24’ê Nîsana 2013’an desteyek ji Kolberên Kurd li herêma Serdeştê dikevine ber êrîşa hêzên Întizamî yên dewlat Îranê û li encam de Kolbere Kurd binavê “Nasir Elîxanî”xelkê gundê “Bêjivê”a herêma Alan a Serdeştê bi xurtî birîndar dibe.

çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa,ê ragehand, Kolberê han jibo çareseriyê jibo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hat şandin û heya dema bilavbûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser rewşa saxlemiya vî li berdet de niye.

çavkaniyê base vê yekê jî kir,li encama teqeya hêzên dewletê de çend ser ji qatir û hesbên kasibkaran hatine kuştin.

li gor amara tomara kirî di navenda amara kurdpa, li heyamê 35 rojên bihurî de 4 Kolberên Kurd bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hatine birîndar kirin.

\"12219.jpg\"
her wiha li gorî amara ajansa kurdpa û li heyamê 35 rojên bihurî de 4 kasibkarên Kurd di nava cadeyan de hatine kuştin û du kasibkarên din jî bi xurtî hatine birîndar kirin.

amara han bi pişt girêdan bi navenda amara kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn ji vê hindê pitir be.