Kolberek Kurd bi teqeya hêzên Întizamî hat birîndar kirin

12:33 - 18 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberek xelkê herêma Serdeştê li encama teqeya rasterast a hêzên nizamiyên Komara Îslamiya Îranê hat birîndar kirin û jibo nexweşxaneya wî bajarî hat şandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa,şeav Yekşem berwar 17’ê Adara 2013’an Kolberek Kurd bi navê Rehman Mistefayî kurê Ebdulla li çiyayê Cemaledîn û Dupeze li nêzîk gundê “Bêuran” a Serdeştê bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hat birîndar kirin.

Çavkaniyek herêmî bi ajansa kurdpa,ê ragehand: Hêzên Întizamî çendîn der hespên Kolberan jî kuştine û dest biser kelûpelên Kolberan de girtine.

Her di vê pêywendiyê de 3 sal beriya niha “Ebdulla Mistefayî”bavê Kolberê birîndar kirî li çiyayên “Dolan”a serdeştê bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hat kuştin.

Ji aliyek din roja 12’ê Adarê Kolberek Kurd binavê “Newzad Îbrahîmpûr”xelkê gundê “Bêtûş”a herêma Alana Serdeştê bi destên hêzên Komara Îslamiya Îranê hat kuştin.

Li gor amara tomar kirî di navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka werza zivistana îsal heya niha 5 Kolberên Kurd bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hatine kuştin û 5’ê din jî hatine birîndar kirin.

Amara han bi pişt girêdan bi amara ajansa Kurdpa,ê tê bilav kirin ,dive amara rastîn ji vê hindê pitir be.