Kolberek Herêmê bi Destê Hêzên Komara Islamî Birîndar bû

14:19 - 4 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Binkeya Ewlehiya Komara Islamiya Îranê li gundê “Dolebî”A Herêma “XawMîrawa” teqe ji Kolberek Kurd Ê Pêncwîna Herêma Kurdistanê kirin û di encam de Ev Kolber birîndar bû.

Pêka Nûçeyê Nûçegihaniya kurdpa, Demhijmêr 6’ê Êvarî a roja Pêncşembê hilkefta 12’ê Gelawêjê, Lîngê Welatiyek Kurd Ê Pêncwînê bi Navê Rêbaz Umer bi sedema teqeya Hêzên Ewlehî birîndar bû.

Nûçegihanê Kurdpa li gor Akinciyên Herêmê dide zanîn piştî ku tqeya ji Rêbaz tê kirin, Hêzên Ewlehî dest bi ser Barê Wî de digirin û pişt re Wî didin Veguhastin bo Bajarê Urmiye.

Ev Welatiye ku Xelkê Gundê Hişyar a Pêncwîna Parêzgeha Silêmanî ye, li ser Sînor mijûlî Kolberiyê bûye.

Pêka Amara Navenda Amra Kurdpa, li destpêka Îsal ve heya niha seva Teqeya rasterast a Hêzên Ewlehiye Komara islamiya îranê, 2 Kolberên ser Sînor hatine kuştin û 9’Ên din jî birîndar bûne.

bûyerên destrêjiya bi ser Kolberên Herêm ve, Ev cara 2’ê ye ku di 5 Heyvên bihorî de tê Qewimandin.