Kolberek din li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

16:15 - 13 Kanûna Paşîn 2022

Roja Sêşemî 21ê Befranbarê, kolberek Kurd ê bi navê “Yasir (Mensûr) Sehrayî” temen 31 salî, xelkê gundê “Kolese” yê ser bi bajarê Ciwanroyê, bi sedema teqîna mînê li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bû.

Ew kolbere di wê bûyerê de lingê wî yê rastê birîndar bû.

“Yasir Sehrayî” bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hatiye veguhastin.

Di wê derheqê de, roja Şemî 18ê Befranbarê, kolberek bi navê “Osman Mihemedî” kurê “Ehmed”, xelkê gundê “Heşmer” ê ser bi bajarê Selasa Bawacanî, bi sedema teqîna mînê li ser sînorê bajarê Newsûdê bi awayek dijwar birîndar bû û ji aliyê lingê xwe ve rastî kêm endamî hat.