Kolberek din li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

17:31 - 22 Çirriya paşîn 2021

Sibêdeha îro Duşemî 1`ê Sermawezê, kolberekî Kurd ê bi navê “Se`idî Rehîmî” xelkê gundê “Canewere” ê ser bi bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin.

Ew kolbere tevî hejmarek ji kolberên din bi bê agehdarkirina berê rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hatin.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de, êvareya roja Yekşemî 30`ê Xezelwerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Selahedîn Elîweysî” xelkê gundê “Kîsle” ê girêdayê devera navendî ya bajarê Selasabawacanî bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê ji bilindahiya sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin.

Herwisa êvareya roja Yekşemî 30`ê Xezelwerê, 5 kolberên xelkê bajarê Selasabawacanî bi sedema bûyerên hatinûçûnê li geviya “Milepalinganê” hatine birîndarkirin.