Kolberek din ê Kurd bi teqeya hêzên Nizamî hat kuştin

12:19 - 14 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberek xelkê herêma Serdeştê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hat kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihanya kurdpa, Kolberek Kurd bi navê “Newzad Îbrahîmpûr” kurê Seîd, li yek ji herêmên Sînorî ên navbera Îran û herêma Kurdistanê ,ji aliyê hêzên nizamî yên dewleta Îranê kevte ber êrîşê û di ecam de hat kuştin.

Newzad ê 35’salî xêzandar û rûniştiyê gundê “Bêtûş”a ser bi herêma “Alan”a Serdeştê bû.

Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpaê ragehand ku çend ser dewarên welatiyan jî bi destê hêzên dewletê hatine kuştin.