Kolberê Kurd yê ku rastî teqîna mînê hatibû, bo nexweşxaneya bajarê Tevrêzê veguhastin

15:17 - 24 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Mehabadê ku bi sebeba teqîna mînê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê, bi dijwarî birîndar bibû, û bo çareseriyên pîzişikî ev bo navenda tendirustiyê ya bajarê Tevrêzê veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 1`ê Xezelwerê “Şehab Akfurde” 27 salî xelkê bajarê Mehabadê ku di heyama kolberiyê de, rastî teqîna mînê hatibû û bi sedema kurbûna birînanan navbirî bo nexweşxaneya “Êbn Sîna” veguhastine.

Ev kolberê Kurd bi sebeba teqîna mîn û berketina parçeyek ji mînê di singê wî de, birîndar dibe, û herwisa piyekî xwe jî ji dest dide.

Şehab Akfurde, di destpêkê de bo nexweşxaneya bajarê Pîranşarê veguhastibûn, û piştî çareseriyên destpêkî yên pîzişikî, wî bo Mehabadê û di dawiyê de jî neçar dibin bo nexweşxaneya “Êbn Sîna” a bajarê Tevrêzê veguhêzin, û niha rewşa tendurustiya wî baş hatiye ragehandin.

Roja Duşemî 30`ê Rezberê, kolberekî Kurd li devera “Kanî Xuda” a girêdayî bajarê Pîranşarê ji tirsa boseya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, tûşî mînên çandî yên li ser sînor dibe, û di cihê bi navê “Delawan” ku ji aliyê Spaha pasdaran mîn wir hatine çandin, tûşî teqîna mînê dibe û di encamê de jî piyê xwe ji dest dide.