Kolber qurbaniyên berdevam yên teqekirina rasterast a hêzên leşkerî di kurdistanê de ne

21:08 - 15 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îslamiya Îranê di sînorên “Şêx Sile” de, jiyana kolberên kurd destîne.

Li gora nûçeya gihîştiye Ajansa nûçegihaniya Kurdpayê, şeva derbazbûyî 23’ê Rezbera 1395’an, kolberekî kurd bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî ya hikûmeta Îranê di sînorên “Şêx Sile”ser bi Selasî Bawcanî jiyan xwe ji dest da.

Nûçegîhaniya Kurdpayê nasnameya wî kolberê kurd “Ehmed Nezerî”kurê Fatêh ragihand.

Hêzên hikûmeta Îslamiya Îranê bi bêyî tu agahdar kirineke berê, teqe li wan kolberê kurd kirine, û di encam de navbirî jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha roja 21’ê Rezberê jî, hêzên hikûmeta Îslamiya Îranê,di şûnekê bi navê Berdesoran teqe li ser karwanên kolber yên kurd kirin, û di encam de kolberekî kurd yê xelkê Pîranşehrê bi navê “Ebûbekir Feyîzî”birîndar dibe, û bona dermankirina birîna wî, wî derbazî nexweşxaneya Hewlêr a Kurdistana Başûr dikin.