Koberekî Kurd bi sedema berketina guleyên saçimeyî li ser sînorê “Newsûd”ê birîndar bû

19:28 - 22 Hezîran 2022

Roja Çarşemî 1`ê Pûşperê Kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemed Şemsînijad” xelkê gundê “Cûlande” yê girêdayî bajarê “Sewlava”yê bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê “Newsûd”ê birîndar bû.

Hêzên leşkerî di mewdayeke kin de bi bê agehdarkirina berê ew Kolber digel komek ji Kolberên din, teqe ji wan kirine.

Di vê bûyerê de zêdetir ji 10 saçimeyan ber wî Kolberê Kurd ketine û navbirî bo çareseriyên pizîşkî bo navendên dermanî veguhastine.

“Mihemed Şemsînijad” xêzandare û bavê du zarokan e.

Her di vê derheqê de roja Sêşemî 31`ê Cozerdanê Kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Suheyb Qîtolî” xelkê bajarê “Ciwanro”yê, bi sedema lêxistina hêzên leşkerî li ser sînorê “Newsûd”ê hatibû birîndarkirin.