KMMK-G: Penaberên kempa El Welîd, bi welatik din rabigozin

20:13 - 30 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: daxwaz ji komisarya bilinda penaberan kiriye ku awareyên Kurdên Îranê yên rûniştî li ser sînorên Êraq-Ordon(Jordan), raguhastiyê welatik din bên kirin.

Gorekî raporta ajanasa nûçe gihaniya Kurdpa; niha 95 welatiyên dewerên serhediyên parêzgeha Kirmanşan, li kempa El Welîd, li rojavaya parêzgeha Enbar li welatêÊraqê de, rûberûyê metirsiya canî bûne.

\"20850.jpg\"
Ew awareyên Kurd, li dema şerêÎran-Êraq de, bi neçarî warê xwe bi cî hiştine û ber bi ordûgeha Eltaş kirne û he niha tev pirsgirk û metirsiya hêrişa hêzên çekdarên dewleta islamiya êraq ûşam(DIÊŞ), rûberû bûne.

Li vê barê de, komela mafê mirovê Kurdistana Îran-jinêv(KMMKÎ-G), daxwaz ji komîsarya bilinda penaberan(UNHCR) kiriye ku wan welatiyan bi welatik sêyê, rabigozin.

Ev sentera mafê mirov, nivîsik bo şaxa komîsarya bilinda penaberan li welatê Swiss, bi berpirsatiya rêzdar Sozîn Park, şandiye.

\"20851.jpg\"
Jia liyik din de, Danîyêl Andersson, berpisatiya têkiliyên naw-netwiyên komisarya bilinda penaberan, agadarê rewşa niha ya penaberên Kurd hatiye kirinû daxwaz hatiye kirin, bi zûkatirîn dem, hewlên xwe bi amanca rizgar kirina wan penaberên Kurd, bidin.

Ev nivîsa roja Pêncşem, 5ê Pûşper, 26 June 2014, ji aliyê komela MMKÎ-G de bo van 2 kesan hatiye şandin.

Pêştir jî, ajansa Kurdpa, li raportik de bas ji rewşa penaberên Kurd yên rûniştiyên kempa El Welîd û metirsiyên Diêş ser wan kiribû.

Paşî ji naw çona hukûmeta Seddam Hoseyn, ew kurdên ku li kempa Romadiyê de bûn du pişk kirin û pişkik zêde ji wan raguhastiyê Herêma Kurdistanê( kempên Kawe,Barîke ûŞêrewen) û pişka din raguhastiyê ser sînorên Ordon(Jordan) kirin û pişkik berçav ji pişka duê, ji aliyê rêxirava UN de bi welatê sêyê(welatik din), hatin raguhastin, lê pişkik ji wan jî li kempa El Welîd de cêgîr kirin.