KMMK-G di nameyêkê de bo “Cawîd Rehman” bê soç bûna Hidayet Ebdulapûr erê kir

15:16 - 6 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê, -Genev di nameyekê de, bo rîportêrê taybet yê saziya navneteweyî yê derheq karê mafê mirovan a Îranê de, rewşa Hidayet Ebdulahpûr girtiyê siyasî yê Kurd yê mehkûm bi îdamê, şirove kir.

Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê, -Genev, derheq rewşa Hidayet Ebdulapûr, girtiyê siyasî yê Kurd ku cezaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, bo “Cawîd Rehman”, rîportêrê taybet yê saziya navneteweyî yê di karê mafê mirovan a Îranê de şirove kir.

Wê navenda mafê mirovan, di vê nameyê de îşare bi sedem û tawana wî girtiyê siyasî yê Kurd yê mekûm bi cezaya îdamê kiriye.

Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê, -Genev, li gorî gotina Hidayet Ebdulapûr, û parêzerê dosyeya wî ragehandiye ku, tohmetên lêdayî yên bi wî girtiyê siyasî yê Kurd bê bingeh in, û tu belgeyek derheq hebûna pêwendiyên wî digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nine.

Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê, -Genev, di vê nameyê de, ev yeka jî erê kiriye ku, Hidayet Ebdulapûr, bê soc e, û ev heyama 78 rojan bû, di girtîgeha îdareya Îtia`ata Spaha Pasdaran, li bajarê Urmiyê de bo wergirtina gotinên bi zorê, hatibû îşkence kirin.

Ferhad Ebdulahpûr, birayê wî girtiyê siyasî yê Kurd , di gotûbêja digel Saziya Komela Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê, -Genev de, daye xuyakirin ku bi sedema îşkenceyên nemirovî yên hêzên îtila`atê yên di girtîgehê de, her du guhên birayê wî ker bûne.

Roja Duşemî 16`ê Rezberê, taya 47 a Dîwana Bilind a dewletê, cezaya bidarvekirinê yê Hidayet Ebdulapûr, girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê, pesend kiribû.

Hidayet Ebdulapûr,girtiyê siyasî yê Kurd, roja Pêncşemî 28`ê Rezbera 1396`an, bo cara duyem di dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê de, hate dadgehî kirin û navbirî bi tawana “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê”, dîsan cezaya îdamê bo hate birîn.

Hidayet Ebdulahpûr, di yekem civîna dadgehê ya ku tenê di demeke kurt de birêve çûbû, bi cezaya bidarvekirinê hatibo ceza dan, û di dewrên lêkolînê de, jî ji mafê hebûna parêzer bê par bûye.