KMMK-G derheq zêdebûna destbiserkirinên xweser nîgeraniya xwe eşkere kir

15:34 - 29 Hezîran 2017
Ajansa Kurdpa: Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv daxwaz ji hikûmeta Îranê dike ku rêz ji konvansiyona Jinêvê û peymannameyên navneteweyî ên mirovdostane bigre.

Li ser bingeha nûçeya gihîştî bi Kurdpayê, Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv daxuyaniyek derbarê destbiserkirina endamên malbata Husên penahî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve belav kir.

Di vê daxuyaniyê de, Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv îşarê bi zexta li ser malbata Husên Penahî dike, û vê yekê wekî serkuta neyasayî dihesibîne.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv daxwaz ji Asime Cehangîr dike ku dewleta Rûhanî neçar bike bi qebûkirina dermankirina Ramîn Husên Penahî li derveyî girtîgehê.

Ramîn Husên Penahî roja Înê 2`ê Pûşperê di dema şer û pevçûna digel hêzên Spaha Pasdaran di Sineyê de birîndar bû, û li jêr îşkence û lêpirsîna tund de, ji hişê xwe çûye, û niha di nexweşxaneyekê de li derveyî parêzgeha Kurdistanê tê ragirtin.

Piştî vê pevçûnê, hêzên ewlehiyê rijiyana mala malbata Husên Penahî û çend kes ji endamên vê malbatê digel xwe birin, û di dema birina wan de li wan xistine.