KMMK-G daxwaza pêkanîna komîsyona lêkolînê bo nirxanidna rewşa mafê mirovan li Îranê dike

16:00 - 17 Hezîran 2017
Ajansa Kurdpa: Nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv di 35.mîn rûniştina Şêvra Mafê Mirovan a NY de, basek li ser girtiyên siyasî û kolberan pêşkêşî vê rêkxirawê kir.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, roja Pêncşemiyê 25`ê Cozerdanê, Teymûr Elyasî, nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê-Jinêv di 35.mîn rûniştina şêvra Mafê Mirovan a NY de, çend gotinek pêşkêş kirin.

Nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê-Jinêv di civînê de nîgeraniya xwe derheq zorbûna destbiserkirina hevwelatiyên Kurd û kuştina kolberan li ser sînoran ji aliyê hikûmeta Îranê ve, eşkere kir.

Teymûr Elyasî di basa xwe de çû ser hukmê girtina nedadperwerane ya Mihemed Nezerî û Osman Mistefayîpûr, bi tohmeta endambûna di hizbên Kurdî ên opozisyona hikûmeta Îslamiya Îranê de, ku zêdetir ji 20 salî ye di girtîgehê de ne, û ew yek tê wateya binpêkirina eşkere ya carnameya mafê mirovan a NY û azadiya bîrûra eşkerekirinê.

Nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê-Jinêv di beşeke din ya axavtina xwe de îşare bi qewl û sozên Hesen Rûhanî derheq xelkê Kurdistanê kir, ku heya niha ne tenê ew qewl cîbicî nekirine, belkû berevajî rêjeya îdaman, teqeya rasterast li kolberan û detsbiserkirina hevwelatiyan li Kurdistana Rojhilat zêde kiriye.

Nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê-Jinêv di dawiya axavtina xwe de daxwaz ji şêvra Mafê Mirov kir ku bi sedema binpêkariyên eşkere ên peymannameyên navdewletî û binpêkirina sîstematîk a mafê mirovan di heyama 37 salên borî de, ji aliyê hikûmeta Îranê ve komîsyonek bo lêkolîn û nirxandina rewşa mafê mirovan li Îranê pêk bê.

Nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê-Jinêv yekemîn rêkxirtawa mafê mirovî ye, ku derheq binpêkirina mafê mirovan di Kurdistanê de, raporan pêşkêşî NY û reporterê taybet bi karûbarên mafê mirovan dide.