Kişanak: Ocalan dê di Newrozê de Banga Agirbestê Bike

14:37 - 15 Adar 2013
Ajansa Kurdpa:Li gor agehdariyên ku li malpera Peyamnêr ê hatine bilav kirin, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, derbarê pêvajoya nû de axivî û diyar kir heke pêvajo baş biçe, Ebdullah Ocalan dê di 21’ê adarê de banga agirbestê li PKK’ê bike.
 
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, îro li Istanbulê bi çapemeniyê re civinek pêk anî. Nûnerên Le Monde, Euronews, Le Figaro, Financial Times, BBC, Reuters jî tê de gelek rojnamevan tevli civînê bûn û pirs li Kişanak kirin. Kişanak jî li ser hevdîtinên parlamenterên BDP’ê û Ebdullah Ocalan hin agahî dan rojnamevanan.

Kişanak diyar kir, ku hevdîtinên ku bi Ocalan re tê çêkirin dîrokî ne û cara yekeme hikûmet bi awayeke aşkera bi Ocalan re rûdinê. Gultan Kişanak da zanîn perspektîfa ku ji aliyê Ocalan ve hatiye amadekirin ne têne pirsgirêkên kurdan hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn dê çareser bike û wiha axivî: “Em ê jî di pêvajoya aştiyê de ji tecrbeyên dinyayê feydê bigrin. Meşandina pêvajoyên wiha gelek zehmet e.

Divê hin komîsyon bên ava kirin. Mînak, komîsyona aştiyê, komîsyona demokratîkbûnê û komîsyona şopandinê.” Kişanak li ser Newroza ku dê îsal li Amedê pê pîrozkirin jî hin agahî dan û destnîşan kir heke pêvajo nexitime Ocalan dê banga agirbestê li gerîlayên PKK’ê bike. Kişanak bal kişand li ser daxwaza hikûmetê ya bêçekirina PKK’ê û wiha berdewam kir: “Hikûmet dixwaze ewil PKK’ê dev ji çekan berde. Kurd jî dixwazin mafên wan bên dayîn. Divê daxwazên her dû alî jî bên dîtin.”(peyamner)