Kişanak: Ocalan dê di Demeke Nêzik de Serbest Bihê Berdan

14:03 - 19 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di rêwresma cejna Newroza Colemêrgê de pêvajoya çareseriyê nirxand û got, ku rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan dê di demeke nêzik de serbest bihê berdan.

Pîrozbahiyên Newrozê li bajarên kurdan didomin. Li Culemêrgê jî bi beşdariyan bi dehan hezar kesî Newroz hate pîrozkirin. Pêşî agirê Newrozê hate dadan, piştre axaftin hatin kirin. Li qada Newrozê rengên kesk û sor û zer li pêş bûn. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, parlamenter Adîl Kurt, Esat Canan û rêveberên BDP’ê jî derketin ser dikê û silav dan girseyê.

Hevseroka BDP’ê Kişanak li ser dikê pêvajoya çareseriyê ku di navbera Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan û dewletê de dest pê kiriye, nirxand. Kişanak, diyar kir ji ber hevserokê wan Silhedîn Demîrtaş ji bo hevdîtinê çûye Îmraliyê nekarî tevli pîrozbahiya Culemêrgê bibe. Kişanak, tevkujiya Helepçeyê jî şermezar kir û wiha got: “Di sedsala dawî de zilm û zordariyeke mezin li kurdan kirin. Li hemberî kurdan gelek komkujiyên weke Dêrsim, Helepçe, Zîlan û Roboskî pêk anîn. Lê dîsa jî kurdan serî netewewand û em neqediyan.”

Kişanak destnîşan kir, ku ew dizane ku gelê kurd bi tirs, şik û guman nêzî vê pêvajoya çareserî û aştiyê dibe û wiha axivî: “Ji van hevdîtinan dê tiştekî derkeve? Dizanim hûn bawer nakin. Dizanim şik û gumana we heye. Li bi salan me bi gelê xwe re bedel da û bi berxwedanê em heta îro hatin.

Ji vir û şûnde jî em ê bi berxwedanê, bi baweriyeke mezin xwedî li têkoşîna azadiya şehîdên xwe derkevin û bi encam bikin. Heta ku sekna we ya bi biryar bidome, Ocalan dê bigihije gelê xwe, gelê kurd dê azad bibe. Di demeke nêzik de Rêberê Gelê Kurd Birêz Ebdullah Ocalan dê di nava me de be.” Kişanak da zanîn, ku dê nexşerêya çareseriyê ya Ocalan di Newroza Amedê de bê xwendin û got pêvajoya nû pêvajoya rizgariya demokratîk a gelê kurd e. Piştî axaftvanan hunermend Hemê Hacî, Sîpan Xelat û Hêviya Simbil jî konser dan.
Çavkanî: (PNA)