Kişanak bersiva axivitina Arinc da

13:26 - 18 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hevseroka Giştî ya BDP\'ê Gultan Kişanak bersiva axivitina Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc a der barê xwe de da. Arinc gotibû \"Ez ji parlementereke jin gelekî acizbûm, min jê nefret dikir.

Hêjî ew kes parlementere. Lê, piştî min çîroka wê parlementerê guhdar kir, nema êdî aciz dibim. Ji ber ku keçeke di 17 saliya xwe de di girtîgeha Amedê de bû û ewqas bê lêdan û bê exlaqî lê hatiye kirin, ger ev yek bê serê min jî, ezê jî derkevim çiya. Lewma piraniya wan kesên ji girtîgeha Amedê derketine berê xwe dane çiyan.\"

Li ser vê axivitina Arinc, Hevseroka Giştî ya BDP\'ê Gultan Kişanak di serdana xwe ya Mêrdînê de, bersiva axivitina Arinc a der barê wê de da û got \"Ne tenê beramber min, divê dilovanî beramber hemû girtiyên KCK\'ê, yên gundên wan hatine valekirin û şewitandin hebe.\"
Avestakurd