Kirmaşan\\Xwendekarekê dawî bi jiyana xwe anî

20:55 - 24 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di xwendingeheke navendî ya bajarê Kirmaşanê,xwendekarekê bi sebebeke nediyar dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeyên ku belav bûne,roja 3 yê Rêbendana 1394’an de, li xwendingeheke navendî ya bajarê Kirmaşanê,xwendekarek ku temenê wî, 13 salî bû dest bi xwekujiyê kir û di encam de jiyana xwe ji dest da.

Heyanî dema belavbûyîna vê nûçeyê jî,nasnameya vê hemwelatiyê rohn nine û herwiha sedema vê xwekujiya vê xwendekarî nayê zanîn.

Di destpêka vê salê de heyanî niha,12 zarokên ku temenê wan jêrî 18 saliyê ye,ku piraniya wan xwendekarên seretayî û navendî bûne,dest bi xwekujiyê kirine û jiyana xwe ji dest dane.

Karnas li ser vê baweriyê ne ku ew xwendekar bi sebeba tirs ji xwendinê û daketina asta xwendinê û ketina ji hindek madeyên dersan de û herwiha ji tirsa ku bangî dayîk û babê van were kirinê, û di heman demî de bûyîna pirsgirêkan di nav malbatan de,dibe sedem ku hewla xwekujiyê bikin.