Kirmaşan/ Pişka Kurdî a tora medyayî a Zagros rekora nameyên kurt şikand

18:25 - 10 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku bernameya Kurdî li tora medyayî a Zagros li Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê tenê 45 deqîqeyan weşanê dikê lê zêdetirîn bînerên xwe li wê parêzgehê de heye.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, progirama Kurdî a “Şevtan Wexêr”(şav baş) ku 45 deqîqeyan li tora medyayî a Zagros li Kimaşanê weşanê dike, li danberhev ligel bernameyên torên Farisî ên Kirmaşanê, zortirîn bînerên xwe heye.

Bi gotina bêjerê bernameya Kurdî a “Şevtan wexêr”(şev baş), her şev 40 hezar kes bi şandina nameyên Kurt (peyamek), li wê pirogiramê pişikdar dibin. Ew bername ji 7’ê çileya paşîn(january) a 2015’, bi vergirtina 100 hezar nameyên kurt ji aliyê temaşevanan ve, rekorê dişkêne.

Riza Mûzûnî li ser vê pirsê îlan kir: Welatiyan bi şandina wan nameyên kurt xwestine bêjin ku tora medyayî a Zagros nerîneke micid bi çand û baweriya kultûr û zimanê Kurdî re heye.

Bernameya “Şevtan Wexêr” beriy niha bi mehekê dest bi weşaneke 45 deqeyî kiriye ku li roja şemî heya çarşemî, bi amadekariya Sûsen Îbrahîmî, diçe ser ekranê Zagros Tv li kirmaşana rojhilatê Kurdistanê. Ew tora medyayî bernameyên wek; Dengê Dil (Hûre, Mûr û Siya Çemane), şahname xanî a Kurdî, raporta rêwîtiya gund û bajarên parêzgehê, stranên folklor ên Kurdî, wêneyên balkêş ji xwezayê, helbestxanî û naskirina pirtûkan bi xwe digre.

Pêştir mifah wergirtin ji zimanê henek û yariyan bo nasandina devokên Kurdî li tora medyayî a Zagros, nerazîbûna welatî û çalakvanên çandî bi pey xwe hiştibû.

Erdeşîr Kişawerz, lêkolînerê Kurd li Kirmaşan, bi rexne girtineke tund li bermaneya henek (tenz) gotibû:“Ez nizanim çi hewce dike bo nasandina kevin tirîn û dewlemend tirîn zimam ku zimanê Kurdî ye, ji zimanê laqidî û pêkenînê mifah bê wergirtin.”