Kirmaşan/ Hejimarek berçav wêneyên dîrokî yên ser keviran hatine peyda kirin

13:16 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: bi parêzgeha kirmaşanê peyda kirin.Asevarnasek Kurd yê xelkê bajarê Kirmaşanê hejimarek wêne û nivîsên kevin ku li ser keviran hatine nivîsandin û wedigere bo devrana pêş dîrokê li bajarê Hersîn ya ser

Nûçegihaniya “Îsna”bilav kir, çend rojan beriya niha “Muhsên Keremî”yek ji lêkoler û dîrok nasê asevarên dîrokî,hejimarek wêne û nivîsên ser keviran li bajarê “Hersîn”ê peyda kirin.

Lêkoler û dîroknasê Kurd yê xelkê bajarê Kirmaşanê ragehand:ev wêneyên kevirîn wek hunera “Wêneyî”bi kevintirîn asevarê hunerî yên bicih mayî li mirovên kevnar tê hesibandin ku bi dayika hunerê,nivîsîn û ziman tê hejimar kirin.

Keremî basê vê yekê jî kir,asevarê han seva bûyerên sirûştî li bereberê linavçûnê dene û divêt ji aliyê asevarnasên rêxistina “Mîrata Kolturî”ya parêzgehê bihê parsatin.

Li ser wan keviran pitir wêneyên bizinên kêvî hatiye kêşan ku bi sîmbola zaw û zê tê hesibandin.
\"13578.jpg\"

\"13579.jpg\"

\"13577.jpg\"