Kirmaşan/ Ciwanekî Kurd li xala sînorî gulle bi ser de hatin reşandin

13:22 - 25 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî gulle avêtina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, ciwanekî Kurd li beşa Nusud a ser bi Kirmaşana rojhilatê kurdistanê, hat birîndar kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, doh 25’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, ciwanê bi navê Şadiman Sehrayî kurê Ehmed xelkê “Dizawer” a ser bi Nusuda Kirmaşan, bi gulle reşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat birîndar kirin.

Peyamnêrê kurdpa li Nusudê ragihand: Hêzên leşkerî ên Îranê bi gumana vê yekê ku navborî kelûpelên qaçax cî bi cî dike, tirombêla wî didin ber gulleyan û di encama de ew bi birîndarî bo nexweşxaneyê tê veguheztin.

\"24358.jpg\"
Bûyer birîndar kirina ciwanê Kurd li gundê sînorî ê “Dizawa” qewimî
Jêderekî agah bi peyamnêrê Kurdpa re got: Ciwanê Kurd ê hatî birîndar kirin, bi sedema kur bûna birîna wî li bajarên nêzgundê bûyer lê qewimî nehat tedawî kirin û demildest bo Kirmaşanê ew birê kirin.

Gorî Navenda Amara Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka zivistana evsal heya niha, li cadeyên girêdayî hev ên rojhilatê kurdistanê, 5 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndare kirin.