Kirmaşan/ 2 belavok bê ku tiştek ser bê nivîsîn hatin weşandin

15:40 - 27 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Li kirmaşana rojhilatê Kurdistanê ji bo nerazîbûn ji bersivdan bi pirsên wan û xemsariya karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê, du heftename bi awayekî sipî û bê nivîsandin hatin çap kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmara nû ya du heftenameyên “Dengî Azad”(dengê azad) û “Ebûzer” li Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, (berovajî hejmarên xwe yên berê), bi awayekî watedar û balkêş weşana xwe kirin.

Hêjayê gotinê ye ku beriya vê weşandinê, wan du heftenameya mijara sereke ya naveroka xwe pirsa bêkariyî li Kirmaşanê xistibûn pêşberî xwênerên xwe, lê jiber vê yekê ku tu çareseriyek ji aliyê berpirsên hikûmeta Îslamiya Îranê ve nehat kirin, vê carê bê nivîsandin weşana xwe kirin.

\"24399.jpg\"
2 belavokên navxweyî ên Kirmaşanê bi nîşaneya nerazîbûnê rûpelên xwe sipî weşandin
Sernivîskarê heftenameya “Dengê Azad” di bersiva vê pirsê ku çima belavokên ve bênivîs hatin çap kirin de got: Dema ku nivîsina pirsgirêkên welatiyan bandoreke erênî liser berpirsên hikûmetê tunebe, nivîsîna hibra liser kaxizê tu feyde dike.

pêştir ajansa nûçegihaniya Kurdpa derbareya pirsa bêkarî Li Kirmaşanê ragihandibû: Ji sedî 5 nirxa bêkarî û nebûna derfeta kar li wê parêzgehê zêdebûye. Her wiha Kurdpa eşkere kiribû ku Kirmaşan ji bêkartirîn parêzgehên Îranê tê hejmartin.